Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li Bexda ye

47

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li gorî daxuyaniyeke Ofîsa Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Cehferî Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian  serê vê sibê ji bo hinek hevdîtinan serdana Bexda kiriye û ji aliyê Cehferî ve hatiye pêşxwazî kirin.

 

Her wiha li gorî daxuyaniya Le Drian jî armanca serdana wan dest girtina peywendiyên navbera Iraq û Fransa de ye.

 

Hêjayî bi bîrxistinê ye k 10’ê Sibatê Wezîra Parastinê ya Elmanya Ursula von der Leyen serdana Bexdayê kir û piştî hinek hevdîtin li gel rayedarên Hikûmeta Bexdayê kir, êvara heman rojê serdana Hewlêrê kir û duh jî serdana leşker û şêwirmendên welatê xwe kir. Lê, heya niha ne diyare ku wê Wezîrê Karên Derve yê Fransayê jî serdana Herêma Kurdistanê bike an na.