Xwendekar û mamosteyên Şengalê piştgirî dan Efrînê

30

 

 

 

ŞENGAL/ROJNEWS

 

Saziya Ziman û Perwerdê ya Êzdiyên Şengalê (SZPÊŞ) têkildarî êrîşên li ser Efrînê û bexwedana serdemê daxuyaniyek da çapemeniyê.

 

Daxuyaniyak ku li ber Dibistana Taxa Yarmûk ya Şehîd Şengal hat dayîn û gelek xwendekar jî tevlî bûn, ji aliyê mamoste Selîm Emer ve hate xwendin.

 

Daxuyanî wiha ye:

 

“Em, wekî mamoste û xwendekarên Şengalê, piştgiriya xwe ji bo gelê Efrînê raber dikin û berxwedaniya wan ya pîroz, berxwedaniya serdemê bidilgermiyek mezin silav dikin.

 

 

Wek tê zanîn  dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku bermahiyê DAIŞ û El-Qaîdeyê ne bi rêbazên hovana 23 rojin êrîşî gelê Efrînê dike. Bi vê êrîşa wehşî dixwazin îrada gelê me teslîm bigirin, ango tune bikin. Bi vê mebestê bêyî ku ferq û cudahiyêk bixin cih û warên xelkê Efrînê, bênavber topbaran dikin, bêyî ku bêjin ‘zarok û jin’ xelkê medenî li pêş çavên cîhanê qetil dikin. Dewleta Tirk û çeteyên wê kiriyarên ku DAIŞ’ê li ser civaka me pêk di anîn, vê carê raste rast bi hêza dewletê li ser Efrînê pêk tînin. Serjêkirin li hember cenazyên qîz û xortên Efrînê pêkanînên bê exlaq û her wiha  bikaranîna îşkenceyê kiriyarên dijî mirovî yên dewleta Tirk û DAIŞ'in. Lê belê  em vê yekê baş di zanin ku wê nikarin îradeya gelê me ya azadiyê bişikînin.

 

 

Dibe ku ev êrîş niha li ser  Efrînê didome. Lê belê baş di zanin ku armanca vê êrîşê  ne tenê Efrîn e, armanc tunekirina îradeya azad ya gelê kurd û hemû gelên bindest in. Em ji dewleta Tirk û çeteyên wêre  dibêjin ‘Efrîn ne bi tenê ye, bi dil û can em hemû bi Efrînê re ne’. Bila  ev yek baş were zanîn; ji bo me Efrîn ne tenê Efrîn e, Efrîn Koban e, Efrîn Şengal e, Efrîn Kurdistan e, Efrîn nîşaneya îradeya azad û hemû gelan e. Êrîş çiqas mezin dibe bila bibe, bedel çendî giran dibe bila bibe em di zanin û bawer dikin ku berxwedaniya pîroz a gelê Efrînê wê biser bikeve. Çawa ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Kobanê û Şengalê biser neketin wê li Efrînê jî bi berxwedayina keç û xortên me têk biçin.

 

Em ji dewleta Tirk û hevalbendên wê re dibêjin ‘siyasetên ku qirkirin û fermanan armanc dikin wê bi ti şêweyî nikarin  ser bikevin. Dîrok pir vekirî dide diyarkirin ku dewleta desthilatî û dîktatorî demkî ne, yên ebedî û nemir çandin hebûna civaka ne, lewma em di bêjin ku wê tu carî nikaribin biferman û siyasetên qirkirinê hebûn û îradeya gelê me tune bikin. Ruxmî hemû êrîşên hovana ya ku dê biser bikeve îradeya gelan a azade. Berxwedaniya mezin a gelê Efrînê  nîşan û îsbata herî baş a vê yekê ye. Berxwedaniya gelê Efrînê ya bi rûmet, rastiyek nîşanî cîhanê kir ku civakên li ser bîr û baweriya xwe rêxistinkirî bin, ti carî naşikên.

 

Em dubara berxwedaniya serdemê a gelê Efrînê silav dikin. Serkeftin wê ya me û gelê me be.”