Xwepêşandana mamostayên Silêmanî destpê kir

26

 

 

 

SEMÎRA ŞAHABÎ/ SILÊMANÎ

 

Îro saet 10:00’ê mamostayên Silêmanî li ber navenda Rêveberiya Perwerdeya Rojava ya Silêmaniyê li ser Cadeya Salim kom bûn û ber bi Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Silêmaniyê de bi meşê kirin.

 

Mamostayên tevlî xwepêşandanê bûne, diyar kirin ku ev xwepêşandana wan li dijî destwerdana hizbî ya li navendên xwendin û zext xistina li ser mamostayan ji bo şikandina boykotê ye.

 

 

Hêjay gotinê ye ku ji ber nedayîna mûçe, boykota mamostayan li bajarê Silêmanî destpê kiriye û hîna didome.

 

 

 

(sk)