Zarokek din ê mexdûrên erdheja Kirmaşan jiyana xwe ji dest da

44

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gor nûçeya Qenala Telegram Kolber News, ji ber serma Zivistan û nebûna pêwîstiyên tenduristî ji bo mexmûrên erdheja Kirmaşan û Serpêl Zehaw, duh zarokek temen 2 meh bi navê Karin Îlyasî, ji ber bilindbûna germahiya leşê wî û îltihabê jiyana xwe ji dest da.

 

Hêjay gotinê ye ku li gel derbasbûna zêdetirê 3 mehan mexdûrên erdhejê bi dîmen û nûçeyên ku li ser wan tên weşandin rewşa wan a xerab radixin berçavan. Ji ber serma û kêmbûna pleya germê ya dinava konan de, bûye sedema jiyana xwe ji destdana gelek kesan, bi taybetî zarokan.

 

(sk)