DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Îro şandek a Kantona Cizîrê ya Bakûrê Sûriyeyê ku ji Hevseroka Kantona Cizîrê Hîva Erebo, cigirê Hevserokê Kantona Ciziîrê Efram Îshaq, endamê nûnertiya Rojava-Bakûrê Sûriyeyê Hûşeng Derwêş pêk dihat, li Silêmanî çû serdana serokê encûmena navendî ya YNK’ê Adil Mûrad.

 

Serokê encûmena navendî ya YNK’ê Adil Mûrad ku li ser serdana şandê ji ajansa me re axivî, got; “Ez bi pêşwazîkirina şanda Rojavayê Kurdistanê keyfxweş bûm. Ji ber ew nûnerên wan şervananin ku li Rojavayê Kurdistanê parastina Efrînê dikin. Duyem ji ber ku di şandê de nûnerên pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê hebûn.”

 

Adil Mûrad wiha dewam kir; “Şarvan li herêmek biçûk parastinê li hemberî êrîşên Tirkiyê dikin. Ev berxwedan û şêwazê desthilata niha li Rojava heye, ezmûnek nû ye ku hemû pêkhate kom kirine. Divê ev ezmûne li hemû Sûriyeyê bê pêkanîn.”

 

 

Adil Mûrad bal kişande ser xewna Erdogan a ji bo zindîkirina xelîfetiya Osmanî û got; “Desthilatên Tirk dixwazin li Iraq û Sûriyeyê xelîfetiya Osmanî zindî bikin. Belê êdî ev xewne wê biçe gorê. Tevgera gelên Ereb, Kurd û neteweyên din vê ji Tirkiyê qebûl nakin.”

 

Adil Mûrad ji hikûmeta Herêma Kurdistanê jî daxwaz kir deriyên sînor li ser Rojava veke û got; “Divê astengiyên li deriyê Sînorê Fîşxabûr-Sêmalkan nemînin. Ez bawer dikim ku ev astengî nemîne wê gelê Herêma Kurdistanê her bi pêyan biçine alikariya Efrîn û Rojavayê Kurdistanê bikin.”

 

Her wiha Adil Mûrad bal kişande ser dewamkirina komploya li ser gelê Kurd û got; “Îsraîl, DYA û hinek welatên din Ocalan girtin. Nexwa Tirkiye ew hêz nebû ku Ocalan bigirin. Ew komploya ji bo girtina Ocalan hate kirin li ser gelê Kurd didome. Kurd jî her parastina xwe dikin.”

 

Adil Mûrad dawiya axaftina xwe diyar kir ku bi girtina Ocalan, PKK bihêz bû ji ber ku felsefeya Ocalan felsefeya gele û ji nav gel hatiye.

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here