DANA OMER / SILÊMANÎ

 

Dadgerê Dadgeha Silêmaniyê û parlamenterê berê yê Iraqê Hakim Şêx Letîf Mistefa bi boneya salvegera komploya navnetewî ya 15'ê Sibata sala 1999'an ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkhatî ji ajansa me re axivî. Şêx Letîf weke dadgerekî diyar kir ku tişta li ser Ocalan tê ferz kirin dûrî prensîbên mafê mirovan û biryarên Neteweyên Yekbûyî ye.

 

‘Pêwîste Ocalan ji hemû mafê girtiyan sûd werbigire’

 

Şêx Letîf di berdewama axaftina xwede wiha got: “Li gorî biryarnameyên cîhanî yên taybet girêdayî mafên girtiyan, divê bi awayekî însanî temaşeyî girtiyan bê kirin. Pêwîste girtî li nêzî cihê xwe yan jî li cihê lê dijîn were girtin. Pêwîste heval, xizim û malbata wî serdana wî bike. Her wiha pêwîste pirtûkxane, rojname, radyo û televîzyonê jê qut nekin. "

 

'Ocalan xwedî projeyên çareseriyê ye’

 

Şêx Letîf Mistefa li ser pirsa çima Ocalan tê tecrîd kirin jî wiha axivî: "Birêz Ocalan xwedî rêya çareseriyê ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê xwedî felsefeyeke taybet e. Ev rejîma ku niha li Tirkiyeyê desthilatdare (AKP), dixwaze sîstema îslamî li Tirkiyeyê pêk bîne. Lewma çareseriya Ocalan erê nake. Rêya çareseriyê ya Ocalan bi hev re jiyan kirina neteweyan, bîr û baweriyên rengarengin.

 

'Kilîla çareseriyê li gel Ocalan e'

 

Ji ber kilîla çareseriyê li gel Ocalane lewma, naxwazin dengê Ocalan derkeve derve. Ji ber wê dengê Ocalan ew kevirên dibin lingê îxtîdara Tirkiyê de bi şemitîne. Hikûmeta niha ya li Tirkiyê di desthilatiyê de ye ji bo berjewendiyên xwe dixebite.  Edogan hewl dide di hilbijartinên dema pêş bê kirin de bibe sûltan. Ji ber vê çendê bi her awayek pêşî li Ocalan digire û peywendiya wî ya li gel cîhana derve qut dike.”

 

‘Fikrê Ocalan serxistiye’

 

Dadgerê Dadgeha Silêmaniyê û parlamenterê berê yê Iraqê Hakim  Şêx Letîf Mistefa îşaret bi serkeftina sîstema xwerêveberiya demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê jî kir û got: “Tevî ewqas dijminan jî fikrê fikrê Ocalan ku li Rojavayê Kurdistanê serwere kariye hemû neteweyan bîne gel hev. Dibêjim ku divê ev sîstem ji bo tevahî Tirkiye û Rojhilata Navîn jî were ceribandin. Ji ber fikrê yek netewe, yek ziman û yek mezheb êdî binketiye. Fikrê Ocalan fikrekî nûye û ji bo çareseriya tevahî pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn e.”

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here