ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Gruba yekgirtina tenduristkarên nerazî îro serdana rêveberiya Rewşenbîriya Silêmaniyê kirin û ji bo boykotkirina rêzefilmên Tirkî daxwaznameyek pêşkêş kirin.

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê Gurba yekgirtina tenduristkarên nerazî daxwazname xwend û wiha hate gotin; “Weke helwestek li hemberî dijminkariya rejîma Tirk û weke erkekî pêwîst bû hemû berhemên Tirkî bihatane boykotkirin.

 

Daxwaz dikin ku berhemên hunerî yên Tirk weke film û rêzefilman ku di qenalên Herêma Kurdistanê de bûne sedema têkdana nirxên netewî, çandî, olî û exlaqê civakê, bêne boykotkirin.”

 

Piştre rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Lawanî Silêmanî Babekir Direyî daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got; “Me daxwazname girtiye û emê bibine wezaretê. Emê hewl bidin ku her karek ne li gor pîvanên civaka me be, rê nedin bê belavkirin.”

 

(sk)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here