Greva birçîbûnê ya dû çalakvanên Îranî di roja 10’an de ye

46

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di 3’ê Sibatê de Atêna Daymî û gûlrûx Îrayî ji bo nerazîkirina xwe ya li hemberî rewşa nebaş a girtiyên bajarê Rey ê başûrê Tahranê, dest bi greva birçîbûnê kirine û çalakiya wan didome.

 

Di roja 4’emîn a greva wan a birçîbûnê de, dest bi greva birçîbûnê ya giran kirin û ev jî metirsiya li ser tenduristiya wan hîn zêdetir kiriye.

 

Di roja 10’emîn a greva xwe de Atêna Daymî ji ber bilindbûn û kêmbûna asta xwînê de rewşa tenduristiya wê nebaş e. Doktorên girtîgehê jî diyar kirine ku ger greva birçîbûnê dewam bike, wê metirsiyek cidî bikeve ser tenduristiya Atêna.

 

Herdû jinên girtî diyar kirine ku rayedar û parêzvanên girtîgehê li hemberî wan bêrêziyên zeyendî dikin. Di dema dest bi greva birçîbûnê kirine de li wan xistine û êşkence li wan kirine.

 

Atêna Caymî jinek çalakvan û temenê wê 29 salin. Bi tewanê ‘dijbertiya ewlehiya netewî’ ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin û 7 sal ceza jê re hatiye dayîn.

 

Kûlrûx Îrayî nivîskarek Îranî ye, bi tewanê nivîsandina pirtûkek li ser kevirkirina jinan ji aliyê rejîma Îranê ve 6 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

 

(sk)