NAVENDA NÛÇEYAN

Grûbeke din a ciwanên Başûrê Kurdistanê li ser banga seferberiyê ya piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê, li bajarê Qamişlo kom bûn û daxuyaniyek ji bo raya giştî dan. Ciwanan di daxuyaniyê de tevlîbûna xwe ya Berxwedana Serdemê ragihandin û gotin ku Berxwedana Serdemê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker yekbûna her çar parçên Kurdistanê nîşan dike.

 

Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya li ser Rebêrê PKK'ê Abdullah Ocalan hate şermzarkirin û hate gotin ku armanca komployê gelê Kurd di şexsê Ocalan de bêndeg bike û wiha hate domandin, “Dewletên komploger xwestin bi girtina Rêbertî siyaseta xwe a qirkirina gelan berdewam bikin. Lê berxwedana Îmralî li beramberî komployê serketiye. Îradeya Rebêr Apo li hemû cîhanê belav dibe.  Îro jî berxwedan li Efrînê berdewam dike. Dizên mirîşkan mixabin nikarin wê berxwedane tune bikin. Em jî wek ciwanên Başûr bi hemleya Serî Hilda berî didin Berxwedana Serdemê.”

 

Ciwanên Başûr di berdewama daxuyaniyê de bang li hemû ciwanên Kurdistanê kirin ku beşdarî Berxwedana Serdemê bibin û ber bi Efrînê ve biherikin û gotin: “Çawa me sînor şikand û em derbasî Rojava bûn, pêwîste hemû ciwan van sînoran bişkînin û Efrînê ji dizên mirîşka re bikin gorîstan.”

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here