DANA OMER / SILÊMANÎ

Ji YNK'ê Salar Mehmûd, Geşe Dara Rêbwar Fayeq, Zana Ebdulreheman, ji Tevgera Goran Qehreman Qadir, Elî Heme Salih, Ebulrehman Elî, Enwer Qadir û  ji Komeleya Îslamiya Kurdistanê Omer Înayet bi pêşniyaznameyekê, daxwaz ji Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin ku ji bo derxistina leşkerên Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê biryarê bidin.

 

Di pêşniyaznameyê de tê gotin ku hebûna leşkerên Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê ne rewa ye û wiha tê gotin; "Biryara Parlamentoya Herêma Kurdistanê heye ku di 12'ê Gulana sala 2003'an de hatiye dayîn,  ji bo ku hêzên Tirkiyeyê yên bi navê hêzên parastina aştiyê hatine Herêma Kurdistanê ji xaka Herêma Kurdistanê derkevin, lê li cihê ku ev hêzên leşkerî xaka Herêma Kurdistanê bi cih bihêlin, li Herêma Kurdistanê zêdetir baregehe û navendan ava dike.

 

Mayîna leşkerên Tirk li ser xaka Herêma Kurdistanê binpêkirina yasaya  kar pê tê kirin ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û yasayên navneteweyî ye. Lewma weke parlamenterên me îmze avêtine, daxwazê ji parlamentoya Herêma Kurdistanê dikin ku biryarê bide hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku xaka Herêma Kurdistanê biparêze û leşkerên Tirk ji xaka Herêma Kurdistanê der bixe."

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here