‘Ji bo parastina Efrîn û Azadiya Ocalan yekîtiya netewî pêwîste’

44

 

 

 

HAWAR STAR/ KERKÛK

 

Berpirsa Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê li Başûrê Kurdistan-Kerkûkê Çînor Mihemed Emîn û endamê heman komîteyê yê Kerkûkê Mihemed Nerîman der barê êrîşên li ser Efrîn û komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivîn, bal kişandine ser pêwîstiya bi yekîtiya netewî.

 

Berpirsa Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê ya Kerkûkê Çînor Mihemed Emîn nerazîbûna xwe ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê wiha anî ziman; “Li Rojava xwerêveberî heye. Tirkiya faşîst naxwaze û dixwaze Kurdistanê dagir bike. Belê em bawer dikin ku wê xwîna şehîdên me li erdê nemîne. Wê li Rojava çiraya azadiyê geş bibe.”

 

 

Çînor Mihemed Emîn wiha jî dewam kir; “Li hemberî hemû êrîşan divê Kurd yekîtiya xwe çêkin. Êrîşên dijî Kurdan wê bi yekîtiyê têk biçin. Divê bi yekîtiya netewî Efrîn bi parêzin û Ocalan azad bikin.”

 

Her wiha endamê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê li Başûrê Kurdistan-Kerkûk Mihemed Nerîman jî wiha got; “Em vî karê nerewa yê Tirkiyê şermezar dikin. Her carê bi hincet û şêweyên cûda Kurdan qetil dikin. Demekê bi navê Enfalê bû. Niha jî bi navê Fethe li mizgeftan êrîş dikin. Ev jî di demekî de ye ku me îspat kiriye me aştî û jiyana bi hev re divê.”

 

 

Mihemed Nerîman wiha jî got; “Divê em xwepêşandanên giştî lidar bixin û yekgirtî bin. Ji ber heya em parçe parçe bin emê negihine serkeftinê û her bên komkujîkirin.”

 

(sk)