SEMÎRA ŞEHABÎ / SILÊMANÎ

 

 

Koma keçên werzîşvan ji beşa karetebaziyê ya Taxima Werzîşa Pêşmerge li bajarê Silêmanî, ji aliyê Yekîtiya Karetebazên Îranî ve ji bo olîmpiyatên roja 1’ê Adarê ya îsal ku biryare li bajarê Kerec û û Tehranê pêk were, li gel 20 welatên din hatine vexwendin.

 

 

Jina ciwan ya lîstikvan Avesta Salar temenê xwe 16 saliye û ev dû sale dest bi kareteyê kiriye û niha jî di qonaxa pêşketinê de ye.

 

 

Avesta îşaret bi zêhniyeta cinsiyetperest ya di civakê de serwere dike û dibêje; “Civak dibêje, werzîş ne karê jinê ye. Lê, malbata min berovajiyê wan difikire û gelek hevkarî li gel min dikin. Werzîş ji bo beden û ruh pêwîstiye.”

 

 

Jineke din a ciwan Roza Yûsif ku temenê xwe 19 saliye ev 6 sale karê werzîşê dike, heya niha beşdarî gelek olîmpiyatên di asta Iraq û Herêma Kurdistanê de bûye. Roza wiha behsa feydeyên werzîşê ji bo mirov dike: “Ez gelek sûd ji werzîşê dibînim. Ti tirsek min nîne û ez di vir de bi xwebûnê dihesim û di warê parastinê de jî gelek bihêz bûme. Ez ji dê û bavan jî daxwaz dikim ku ji bo werzîşê astengiyan ji keçên xwere dernexin.”

 

 

Mamosteyê Kareteya keçan Erselan Mûradî diyar kir ku 24 şagirtên wî hene û di nava wî de ji her temenekî mirov hene. Muradî got ji bo olîmpiyatan jî tenê 12 keç diyar kirine û li gorî wê perwerde kirine.  

 

 

Ev Taxima Werzîşê ya bi navê Taxima Pêşmerge di sala 1999’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye damezrandin. Gelek cûreyên werzîşê di nava xwe digire ji vana; ‘Futbol, Voleybol, Basketbol, Karete di nava xwede dihewîne.’ Gelek werzîşvanên mezin ji vê taximê derketine û di asta cîhanî de jî madalyo girtine. Gelek lîstikvanên vê taximê niha di rêzên pêş yên Iraqê de cih digirin.  

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here