Li dijî qereqola artêşa Tirk a li Zaxoyê çalakiyek bi bandor

44

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li gorî nûçeyeke di ajansa ANF’ê de hatiye weşandin, li dijî qereqola Girê Biyê ya li nêzî bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê danê vê sibehê saet 08:40'î çalakiyek hatiye kirin.

 

Li heman çavkaniyên ANF’ê gelek wendiyên artêşa Tirk hene. Her wiha tanka ku di nava qereqolê de jî hatiye teqandin.

 

Her wiha hate gotin ku di qereqolê de di derdora 200 leşkerên Tirk hebûne. Artêşê  çûn û hatina li herêmê qedexekiriye û tê gotin ku balafirên şer piştî çalakiyê derdora qereqolê bombebaran kiriye.

 

Ancax di nûçeyê de ne hatiye gotin ka bê çalakî ji aliyê kê ve hatiye lidar xistin.