Li Hewlêrê pêşangeha wêneyên wêrankariya arêşa Tirk a li Efrînê

24

 

 

 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

Li Hola Medya ya li bajarê Hewlêrê îro hejmarek wênekêş û çalakvanên Rojavayê Kurdistanê têkildarî wêrankarî û hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê pêşangehek vekirin. Di pêşangehekê de bi dehan wêneyên cihên ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê wêran bûne hatin nîşan dan.

 

Yek ji amadekarê pêşangehê Dr. Mihemed Hesen ê ji Rojavayê Kurdistanê têkildarî pêşangehê wiha got; "Piraniya wêneyan komkujî û wêrankariya li Efrînê ji aliyê artêşa Tirk ve pêk hatine. Armanca me ya vê pêşangehê ewe ku ji xelkê Efrînê re bêjin em li gel berxwedana wene. Emê dengê we bigihînin hemû aliyan û bi taybet civaka navneteweyî. Em ji civaka navneteweyî re dibêjin ku bêdengiya we sedemê komkujiya ne. Ji ber ku artêşa Tirk şer li dijî sivîlan dike."

 

 

 

Samî Efrînî ku beşdarî pêşangehê bûye jî wiha anî ziman; "Hemû wêne yên wan cihên Rojavayê Kurdistanê ne, bi taybet ên Efrînê ne ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de wêran bûne."