Nameyek taybet pêşkêşê Ebadî hate kirin

51

 

 

 

ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Encûmena parêzgeha Silêmanî îro ji bo daxwazkirina mûçeyê mamosta, karmend û vekirina balafirgehên Herêma Kurdistanê nameyek pêşkêşê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir.

 

Serokê encûmena parêzgeha Silêmaniyê Azad Heme Emîn naveroka nameyê ku di daxuyaniya çapemeniyê de xwend, wiha hate gotin: “Ne şandina mûçe bi hinceta lêkolînkirinê dibe sedema kêmkirina baweriya di navbera welatî, mûçexwer, hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqa Federal de.

 

Hêvî dikin ku mafê mûçexwer, cotyar, xizmetgûzarî û avadankirinê de weke hev bin. Êdî ji vê zêdetir mûçeyê Herêma Kurdistanê destkarî li ser neyê kirin.

 

Daxwaz dikin ji bo vekirina balafirgehên Herêma Kurdistanê li gorî ew madeyên di destûrê de hene ecele bê kirin. Ev ji bo nexweş, xwediyê pêwîstiyên taybet û berjewendiyê giştî pêwîst e.”

 

(sk)