Parlamenterên Başûr ji bo derxistina leşkerên Tirk daxuyanî dan

35

 

 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

 

Îro ji YNK'ê Salar Mehmûd, Geşe Dara Rêbwar Fayeq, Zana Ebdulreheman, ji Tevgera Goran Qehreman Qadir, Elî Heme Salih, Ebulrehman Elî, Enwer Qadir û  ji Komeleya Îslamiya Kurdistanê Omer Înayet bi pêşniyaznameyekê daxwaz ji Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin ku ji bo derxistina leşkerên Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bikevin nava tevgerê. Li ser heman mijarê vê êvarê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji aliyê parlamenteran ve daxuyanî hate dayîn.

 

 

Di civîna çapemeniyê de Parlamentera YNK'ê Geşe Dara axivî û got; "Binpêkirinên leşkerên Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê û êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê heman tişte, hebûna leşkeran a li ser xaka Başûr dijî neteweya Kurd e. Pêwîste hemû parlamenter ji bo ketina meryetê ya biryara  Parlamentoay Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ya ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Herêma Kurdistanê kar bikin. "

 

Di civîna çapemeniyê de Parlamenterê Tevgera Goran Elî Heme Salih pêşniyaznameya îro 10 parlamenteran pêşkêşî parlamentoyê kirin xwend û wiha got; "Ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê metirsiya hêzên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê zêdetir bûye û welatî xistine nava fikaran de. Ji berî niha ji bo vê mijarê biryar hatiye dayîn. Lê, mixabin, dewleta Tirk biryar pêk neanî. Hêz, tank û panzerên xwe zêdetir anîne li ser xaka Başûrê Kurdistanê."