PDK û YNK ji rewşa xerab a Kerkûkê hevdû tewanbar dikin

29

 

 

 

KERKÛK/ ROJNEWS

 

Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê û ji destdana Kerkûk û herêmên bi nakok ku ketine bin destê Heşdî Şebî û artêşa Iraqê de, rewşa ewlehiya bajarê Kerkûkê têk çûye û bi hezaran welatiyên bajar jî penaber bûne.

 

Endamê encûmena parêzgeha Kerkûkê ji lîsteya YNK’ê Ehmed Eskerî li ser rewşa Kerkûkê ku ji ajansa me re axivî, got; “Di tevahiya dîrokê de ti carî rewşa Kerkûkê weke niha xerab nebûye. Welatî ji ber nebûna ceyran û projeyên xizmetgûzariyê perîşanin. Rewşa ewlehiyê wisa ye ku welatî ji parastina mal û canê xwe ne piştrastin. Her wiha welatî ti zanyarî nadin polîsên Federal, vê jî wisa kiriye ku rewşa ewlehiya başar baş nebe.”

 

 

Ehmed Eskerî diyar kir ku rewşa nebaş a bajar ji ber nevegera PDK’ê ya Kerkûkê ye, nebûna waliyê Kurd û wiha pêde çû; “Ger PDK vegere bajar û endamên encûmena wan tevlî hilbijartinê bibin, emê bikarin ji bo hilbijartinên Waliyê Kurd deng bidin. Heya PDK ne vegere wê rewş her wiha bimîne.”

 

Li ser heman mijarê endamê rêveberiya PDK’ê yê Kerkûk-Germiyan Ednan Kerkûkî jî wiha got; “Vegera me ji bo bajar tê wateya rewakirina dagirkeriya li Kerkûkê heye. Heya desthilata medenî ji bo bajar venegere, ewlehiya bajar ji bin destê Heşdî Şebî û artêşa Iraqê dernekeve, emê qet venegerine Kerkûk. Em nikarin dibin fermana Heşdî Şebî û artêşa Iraqê de tev bigerin û fermana wan pêk bînin.”

 

 

Ednan Kerkûkî wiha jî got; “Heya li Kerkûkê Kurd nebin yek wê rewş her wiha bimîne. Ti hêviyek ji bo yekgirtina Kurdan li Kerkûkê û gelemperiya Herêma Kurdistanê nîne. YNK di destpêka bûyerên 16’ê Cotmehê de digot rewşa bajarê Kerkûk aram û asayî ye. Çima niha li ser rewşa Kerkûkê û ne vegerîna me ya bajar, me tewanbar dikin? Bila YNK ji bo xwe rewşa Kerkûkê asayî bike.”

 

(sk)