ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Berxwedana gelê Efrînê û şervanan a li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk di roja 25’an de didome. Der barê berxwedana Efrînê de pêşmergeyên ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku şervan dijî êrîşên dewleta Tirk berxwedanek bê hempa dimeşînin.

 

Yek ji pêşmergeyên dêrîn a YNK’ê Hesîbe Ehmed diyar kir ku êrîşên li ser Efrînê li dijî tevahî gelê Kurd e û wiha domand; “Dewleta Tirk bi êrîşkirina ser Efrînê dijî tevahî Kurdan bêrêzî dike. Tirkiyê hemû demê xwestiye ku Kurdan tine bike. Ev êrîş ji bo tinekirina hemû Kurdan e.”

 

 

Hesîbe Ehmed got; “Divê weke Kurd li dijî êrîşan helwesta me hebe û piştgiriya hev bikin. Ger em piştgiriya hev nekin, emê winda bikin.”

 

Her wiha pêşmergeyê bi navê Luqman Elî jî li ser êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê, wiha axivî; “Êrîşên dewleta Tirk karek ne mirovane ye. Ji şervanan re dibêjin ‘terorîst’. Belê ger terorîst hebe, ew jî Erdogan e. Ez Erdogan ji Ebûbekir Bexdadî yê xelîfê DAIŞ’ê kêmtir nabînim. Divê Kurd li herçar parçeyan hev bigirin û êrîşên Erdogan û hêzên wî bin bixin. Wan rûreş bikin.”

 

 

Luqman Elî dawiya axaftina xwe de got; “Berxwedana şervan dimeşînin, mînakên wê nînin. Berxwedana dimeşînin di ti serdemekê de nebûye û nehatiye kirin.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here