Serpil Kemalbay hate binçavkirin

51

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsan li Enqereyê  Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê Serpîl Kemalbay binçavkirin. Polîsan serê sibê jî li Esenyûrta Stenbolê bi ser mala Kemalbay de girtin. Polîsan deriyê avahiya ku kes ne li malê bû şikandin û ketin hundur û lêgerîn kirin. Piştî lêgerînê polîsan mifteya deriyê ku şikandin bi çilîngîr guherandin û paşê ji malê derketin.

 

Beriya kongreya HDP'ê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi rê ve dibe de Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HKD) Onûr Hamzaoglû jî di nav de 7 kes hatibûn binçavkirin û der barê 17 kesan de jî biryara lêgerînê hatibû dayîn. Yek ji kesên der barê wê de biryara binçavkirinê hatibû dayîn Serpîl Kemalbay bû.