Şêwaza hilbijartinên Iraqê

34

 

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

Komîteya Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinên Iraqê 12'ê Gulana îsal ji bo hibijartinên Parlamentoya Iraqê û Meclîsên Parêzgehên Iraqê ku her çar salan carekê pêk tên diyar kiriye. Her wiha ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve jî ev roj hate erêkirin.

 

Iraq ji 19 parêzgehan pêk tê. Ew jî parêzgehên, Enbar, Babil, Bexda, Besra, Kerkûk, Dihok, Hewlêr, Silêmanî, Helebce, Diyale, Zîqer, Selahedîn, Qadîsiye, Kerbela, Musena, Mîsan, Necef, Nînowa û Wasît in. Lê Iraq weke parêzgeha nêzî Helebce nabe ku di sala 2013'an de weke parêzgeh hate ragihandin. Weke bajarokekî Silêmaniyê tê hesabkirin. Ji berî Helebce Iraq ji 18 parêzgehan pêk dihat.

 

Rewşa Kerkûkê ne diyare!

 

Ji sala 2005'an ve hilbijartina Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê pêk nehatiye. Heya niha jî nayê zanîn ku wê vê carê jî pêk were yan ne. Di sala 2016'an de Komîteya Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinên Iraqê ragihand ku wê hilbijartinên bên li Mûsil û Kerkûkê pêk neyên. Lê ev yek rastî nerazîbûnên hizbên Kurdistanî hat. Piraniya wan li gel vê yekê ne ku li Kerkûkê hilbijartin pêk werin.

 

Ji bo 18 parêzgehên Iraqê 320 kursî hatine destnîşan kirin, ji bo Parlamentoya Iraqê. Her wiha 9 kursî jî ji bo pêkhate û kota hatine veqetandin. Ango bi giştî 329 kursî ye.

 

Li Iraqê 24 milyon, 33 hezar û 494 kesan mafê dengdanê heye. Ji vê hejmarê heya serê îsal ji sedê 44 ango 10 milyon, 807 hezar û 247 kesan xwe di sîstema bayometrî de tomar kiribûn. Ev sîstem sîstemekî elektoronîke û ji bo di dema dengdanê de hîle neyên kirin û ti kes ducaran deng nedin tê bikaranîn.

 

Li parêzgeha Kerkûkê 904 hezar û 892 kesan mafê dengdanê heye û heya niha 522 hezar kesî di sîstema bayometrî de xwe tomar kirine.

 

Li parêzgeha Dihokê 720 hezar kesî mafê dengdanê heye. 500 hezar kesî navê xwe li bayometrî tomar kirine, ango ji sedê 82'an navê xwe tomar kirine.

 

Li Parêzgeha Hewlêrê milyonek û 120 hezar kesî mafê dengdanê heye û tenê ji sedê 22 navên xwe li bayometrî tomarkirine.

 

Li parêzgeha Silêmaniyê-Helebce zêdeyî milyonek û 389 hezar kesî mafê dengdanê heye. Lê, 692 hezar û 107 kesan navê xwe tomar kiriye, ango ji sedê 55 dengdêran navê xwe li bayometrî tomar kirine.

 

Hilbijartinên Iraqê wê li gorî bazneyî pêk werin, ango her parêzgehekê li gorî hejmara daniştvanên xwe. Ne dengder kursî ji bo diyar dike. Ji bo her 100 hezar kesî nûnerek tê diyar kirin.

 

Her wiha hilbijartin bi lîsteyên vekirî pêk tên. Ango dema dengdêr deng bi lîsteyekê dide, wê deng bi namzetekê ji bide.

 

Di 11'ê Sibatê de Parlamentoya Iraqê qanûna yê hilbijartina Iraqê erê kir. Di qanûnê de 6 made hene.

 

 

Yek ji madeyan taybet girêdayî dîplomeya namzetên ji bo parlamentoyê bûn. Ji sedê 20 mafên xwediyên dîplomayên amadeyî hene xwe ji bo hilbijartinên parlamentoyê bikin namzet.

 

Yek ji madeyên din, taybet girêdayî hêzên ewlehiyê ya di dema dengdanê de biçin li ser kartên dengdanê, ji bo ku rê li pêşiya dengên dubare bigirin. Her wiha wê cudakirina dengan bi awayê eletoronîk be. Her wiha wê wêneyekê bidin her çavdêrekî aliyên siyasî yên çavdêrên dengan.

 

Di vê çarçoveyê de, kursî ji bo kota hatiye zêdekirin. Ango ji 320 kursiyan bûye 329 kursî, 9 kursî ji bo kota ye. Ji 8 kursiyan bûye 9 kursî.

 

Di roja 11'ê Çile ya îsal de demê avakirina koalîsyona bi dawî bû. Li Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê navê 50 koalîsyana hatiye tomarkirin. 15'ê vê mehê jî dema pêşkêşkirina navên namzetan bi dawî dibe.

 

Tê payîn ku ji meha Nîsanê ve dema propagandaya hilbijartinê destpê bike û ji berî 24 saetên hilbijartinê bi dawî bibe. Roja 10'ê Gulanê dengdana taybet destpê dike û piştî 48 saetan ango di 12'ê Gulanê de li seranserî Iraqê dengdan destpê dike.

 

Niha hinek aliyên siyasî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê bi avakirina koalîsyona ve mijolin. Lê ev yek ji derveyî pîvanên koalîsyonê ye. Çend aliyan xwe li ser lîsteyekê tomar kirine û beşdarî hilbijartinê dibin.

 

Li Herêma Kurdistanê, Tevgera Nifşê Nû û Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û Eniya Demokrasî ya Gel kaolîsyonek avakirine. Wê bi yek lîsteyê beşdar bibin, wê bi navê lîsteya 'Nifşê Nû' beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bibin.

 

Her wiha komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Tevgera Goran û Koalîsyona Ji bo Demokrasî û Dadperwerî bi avakirina koalîsyonekê ve mijolin.

 

(ab)