Şîlan Şakir: Dijmin bi tecrîda li ser Ocalan nekarî armancên xwe pêk bîne

50

 

 

 

BOTAN GEMIYANÎ / GERMIYAN

Li Hola Rewşenbîrî ya navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê vê êvarê Komîteya Amadekariyên Çalakiyên 15'ê Sibatê têkildarî komploya navneteweyî ya ku di 15'ê Sibata sala 1999'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkhatî, ji Hevseroka Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Şîlan Şakir re semînerek organîze kir.

 

Hevseroka Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Şîlan Şakir di semînerê de wiha axivî; "Heya niha bi rêbaz û şêwazên cuda komplogerî li dijî pêşengên gelê Kurd berdewamin. Em dikarin komploya li ser Rêber Apo û tevgera azadîxwaza PKK'ê weke komploya herî mezin a cîhanê bi nav bikin. 36 welatên cîhanê beşdarî komployê bûn."

 

Şîlan Şakir bal kişand li ser tecrîda li ser Ocalan û wiha pêde çû; "Komplogeran xwestin bi tecrîda li ser Rêber Apo tevgera azadî ji holê rabikin. Ev komplo niha li Efrînê tê berdewam kirin. Lê heya niha komplogeran nekarine yek ji armancên xwe bi cih bînin. Rêber Apo li Girtîgeha Îmralî werçerxekî mezin pêk anî û hemû cîhan matmayî hişt."