Welatiyên Germiyan dijî êrîşên dijmin banga yekîtiya netewî dikin

43

 

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR-BOTAN GERMIYANÎ/ GERMIYAN

 

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Efrînê di roja 25’an de jî didomin. Welatiyên herêma Germiyan ku ji ajansa me re axivîn, nerazîbûn nîşa êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê dan û banga yekîtiya netewî kirin.

 

Yek ji welatiyên herêma Germiyan Ceza Fazîl diyar kir ku welatên mezin ên cîhanê dixwazin Efrînê bikin qurbanê daxwaz û siyaseta xwe ya şaş û wiha dewam kir; “Ez di wê baweriyê de me ku wê Efrîn bi serkeftina xwe ya mezin a li hemberî êrîşên dagirkeriyê ya Tirkiyê dîrokek nû ya Kurdan binivîse.”

 

 

Rojnamegera ji herêma Germiyan Şermîn Elî jî bal kişande ser erkê hikûmeta Herêma kurdistanê li hemberî Efrînê û got; “Dema DAIŞ’ê êrîşê Kobanê dikir, Herêma Kurdistanê bi rêya parlamentoyê biryar da hêz bişîne Kobanê. Niha jî erkê parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo Efrînê jî heman biryar bide.”

 

 

Şermîn Elî diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî Efrînê xemsare, ji ber erkê herî biçûk vekirina deriyê sînore li ser Rojava, lê Herêma Kurdistanê ev jî pêk ne aniye.

 

Welatiyê binavê Fatîh Kerîm jî nerazîbûna xwe ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk wiha anî ziman; “Tişta dewleta Tirk dike, ne mirovane û hovane ye. Divê Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafê mirov êdî li hemberî vî sûcî bêdeng nebin. Helwesta wan hebe.”

 

 

Fatîh Kerîm jî got; “Divê aliyên Kurdistanî yên Başûr dest ji helwestên xwe yên cihê şermê berdin, bi hestê Kurdanî rabin û piştgiriya Efrînê bikin.”

 

Yek ji pêşmergeyên Dêrîn ê herêma Germiyan Fetah Heme Emîn jî li ser êrîşên dewleta Tirk wiha axivî; “Di dirêjahiya dîrokê de dewleta Tirk dijminê Kurdan bûye. Divê li hemberî vê Kurd yekgirtî bin. Pişta hev bigirin. Bi taybetî di dema şer de.”

 

 

Di dawiyê de jî Fetah Heme Emîn got; “Temenê min nêzî 60 salî ye. Ez amademe li Efrînê giyanê xwe feda bikim. Bi şertê ku rê ji bo çûnê hebe.”

 

(sk)