‘Armanca komplogeran parçekirina gelê Kurd bû’

35

 

 

 

 HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

 

Li Hola Pirtûkxaneya Giştî ya navçeya Pênciwên a Silêmaniyê têkildarî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê semînerek hate lidarxistin. Bi dehan kes beşdarî semînerê bûn.  Semîner ji aliyê Nivîskar Hesen Cûdî ve hate dayîn.

 

Nivîskar Hesen Cûdî  eşker kir ku gelek armancên komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û wiha axivî; "Dijminên gelê me dixwestin bi komploya navneteweyî  û desteserkirina Ocalan, xebata gelê Kurd bigihîn sifrê û gelê Kurd zêdetir parçe parçe bikin."

 

 

 

Cûdî got ku yek ji armancên din ên komploya li dijî Ocalan şikandina îradeya gelê Kurd  bû wiha domand;"Bi taybet dixwestin îradeya gelê Bakûrê Kurdistanê bişkênin. Lê dijmin vale derket. Ji ber ku niha em dibînin çi îradeyekî bi pola li ser destê Ocalan li hemû Kurdistanê heye. Lewma tişta li hemberî Ocalan hate kirin, ne tenê komployekî li dijî kesayetiya Ocalan bû, komployek ji bo jiholêrakirina gelekê bû."

 

Nivîskar Hesen Cûdî wiha dawî li axaftinên xwe anî; "Tişta ku niha li Efrînê tê kirin berxwedanekî qehremaniyê ye, wê berhem bide. Her wiha wê dom bike. Ew bingehê heye, Ocalan ji bo xebat kiriye. Lewma em piştrastin ku wê ev êrîşên dagirkeran bişkên. Çawa ku li Kobanê şikestin û nekarin armancên xwe bi dest bixin. Her wiha girtina Ocalan jî nekarin armancên xwe bi dest bixin."

 

Di dawiya semînerê de têkildarî komploya 15'ê Sibatê çend pirs ji Hesen Cûdî hatin kirin û bersiv da.