Hêva Erebo: Efrîn dîrokekî nû ji bo gelan tomar dike

51

 

 

 

BOTAN GEMIYANÎ / GERMIYAN

 

Li Hola Dezgeha Rewşenbîrî ya bajarokê Rizgarî ya Kelarê, Dezgeha Rewşenbîrî ya Aram, îro  ji bo Hevseroka Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Hêva Erebo semînerek têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û sîstema li Rojavayê Kurdistanê heye organîze kir.

 

'Şoreşa Rojava şoreşa civakî bû'

 

Hevseroka Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Hêva Ereb wiha axivî; "Dema ku me  li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê projeya konfederalîzma demokratîk pêşxist hemû gelên neteweyên cuda bi deng û rengê xwe beşdar bûn û bi giyanê xwe pêşwazî lêkirin. Ji ber ku reng û jiyana xwe ya azad têde dîtin. Lewma dikarin bêjin ku şoreşa Rojava ne tenê şoreşa rizgarkirina xakê bû, bi pêşengtiya gelê Kurd şoreşa zihnî, fikrî û civakî bû."

 

 

Hêva Erebo eşker kir ku dewleta Tirk ji bo jiholêrakirina sîstema Rojava û Bakurê Suriyeyê û şoreşê serî li hemû rêyand dide û wiha domand; "Ji bo destkeftiyên me dewleta Tirk serî li hemû rêyan dide, ji ber ku Tirkiye ditirse piştî serkeftina sîstema Rojava û Bakurê Sûriyeyê, gelên Tirkiyeyê jî daxwaza vê sîstemê ji desthilata rêgezperest û netewperest bike. Lewma Erdogan di serî de bi destê grûbên terorîstî yên weke DAIŞ û hevkarên xwe êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirin. Lê piştî ku DAIŞ li Kobanê şikest, tiştek di destê Tirkiyeyê de nema, êdî wê bi xwe rasterast êrîşî Efrînê kir."

 

'Efrînî dest ji keda xwe bernadin'

 

Hevseroka Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Hêva Erebo wiha dawî li axaftinên xwe anî; "Ji roja yekem a berxwedana Efrînê ve em xwe serkeftî dibînin. Ji ber ku em dibînin Tirkiye bi hemû hêz, tank û balafirên xwe êrîş dike li ser Efrînê, lê nekariya îradeya gelê Efrînê bişkêne. Ji ber ku gelê Efrînê gelekî kedkar û dest ji keda xwe bernadin. Wê dîrokekî nû j bo gelên Rojhilata Navîn tomar bike."

 

Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.