Ji bo piştgiriya Efrînê li Bazyan kon hate vedan

62

 

 

 

BAZYAN / ROJNEWS

Li bajarokê Bazyan a Silêmaniyê îro Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker kon veda. Wê çalakiya wan heya roja Înê berdewam bike.  

 

Her wiha wê li kon alîkarî ji bo gelê Efrînê were komkirin. Gelek welatiyên Bazyan serdana kon dikin û piştgiriyê didin çalakiya ciwanan.

 

Di çalakiya îro de standa pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate dayîn. Her wiha wê sibe jî li Bazyan bi çalakiyekê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata sala 1999'an a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were şermezar kirin.