KNK bi aliyên siyasî û rêxistinên civakî re civiya

54

 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

 

Li Navenda Polîtburoya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistanê ya li Hewlêrê îro Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi beşek ji partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Başûrê Kurdistanê re civiya.

 

Endama Meclîsa KNK'ê Nîştiman Kemal têkildarî naveroka civînê ev agahî dan ajansa me; "Me pewîst dît civînekî wiha bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re çêbikin, ji bo ku ev çalakiyên rojane ji bo piştgiriya Efrînê pêk tên, bên berfireh kirin. Ji bo ku zextek li ser asta navneteweyî çêbibe."

 

 

Endama Meclîsa KNK'ê Nîştiman Kemal herî dawî wiha anî ziman; "Di civînê de pêşniyarên baş, niştîmanî û neteweyî hatin kirin. Ji ber ku di rojên borî de hemûyan çalakiyên piştgiriyê lidarxistîbûn. Her wiha behsa vê yekê hate kirin ku ka wê Kurd çawa zextê li welatên cîhanê bikin. Yek ji xalên din ên civînê ew bû ku êdî ti çalakî bi hizbî neyên kirin. Divê di çarçoveya berjewendiyên gelê Kurd û neteweyî bin."