AŞTÎ EHMED / ÇEMÇEMAL

 

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê vê êvarê bi meşekê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata sala 1999'an a li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

 

Piştî meşê li ber Baxçeyê Çermo, Hevserokê Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê yê herêma Kerkûkê Newad Bekir axivî û got; "Ew komploya ji berî 19 salan pêkhatî, ne tenê dijî gelê Kurd bû, li dijî mirovahiyê bû, 19'emîn berxwedana Rêber Ocalan weke manîfesto û felsefeyê tê pênasekirin."

 

 

Newad Bekir eşkere kir ku mijara êrîşên li ser Efrînê, mijarekî neteweyî ye û got; "Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê mijarekî neteweyî ye,  ne tenê Tevgera Azadî xwediyê wê ye. Pêwîste hemû alî xwe, weke xwediyê Efrînê bibînin û piştgiriya berxwedanê bikin. Lewma em daxwazê ji hemû gelê Kurd dikin ku zextê li rêxistinên navneteweyî bikin, ji bo êrîşên nemirovane yên li ser Efrînê bidin rawestandin."

 

 

Pişt re li ser navê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Hogir Hisên daxuyanî da û got;"Em bi tundî êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin. Em berxwedana Rêber Apo bilind dibînin û divê ji bo azadiya Rêber Apo kar bikin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd û gelên herêmê ye."

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here