Li Binarê Qendîlê komplo û êrîşên li ser Efrînê hatin şermezarkirin

55

 

 

 

MIHEMED HESEN / RANYA

 

Li gundê Şerwêtî yê Binarê Qendîlê bi pêşengtiya Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê bi meşekê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi meşekê hatin şermezarkirin.

 

Piştî meşekê li ser navê welatiyên Binarê Qendîlê Qadir Pîrot daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Rêber Apo di temenê biçûk de li hemberî sîstema netewe-dewletê di nava nakokiyan de bû. Lewma weke kesek şoreşger bi berpirsyartî û ehleqî li dijî dagirkeriyê û sistemê rawestiya û ji bo azadî û mirovahiyê kar kir. Xwestin bi revandina  Rêber Apo gelê Kurd bişkênin. Lê bi berxwedana Îmralî û gelê Kurd plana wan serneket. Gelê Kurd roj bi roj destkeftiyên mezintir bidestxistin."

 

 

Di berdewama daxuyaniyê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û Rojavayê Kurdistanê hatin şermezar kirin û wiha tê ragihandin; "Di 16'ê Cotmehê de bi hînceta referandûmê û ji ber siyaseta herdu partiyên desthilat ên Herêma Kurdistanê êrîşî Kurdan kirin. Niha jî ev plan li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Tirkiye careke din dixwaze bi hemû rengî destkeftiyên Kurdan pûç bike. Lê bi saya berxwedana şervanên ev siyasata dagirkeran û bi taybet a dewleta Tirk hate vale derxistin."

 

 

Her wiha li ser navê Jinên Binarê Qendîlê Ejîn Silêman daxuyanî xwend û got; "Serşorî ji bo Erdogan û dewleta Tirk ku weke gurekî har ketiye li pey giyana Kurdan. Her roj bi hîncetekê êrîşî Kurdan dike. Rojekê êrîşî Bakûr, rojekê êrîşî, çiyayên Qendîl û herî dawî jî êrîşî Efrînê kirin. Ev tevgerên dewleta Tirk û Erdogan nîşaneya vê yekê ye ku Erdogan şaş bûye, êdî nizane çi bike. Lewma her roj êrîşî derekê dike. Em bang li gelê Kurd dikin ku yekîtiya xwe çê bikin, êdî bese ji parçebûnê re."