ELÎ QADIR /  SORAN

 

Li Baxê Giştî ya li navçeya Qeladizê ya Raperîn çalakvanên siyaasî û civakî yên Rojhilatê Kurdistanê û welatiyên Qeladizê vê êvarê bi çalakiyekê Komploya navneteweyî ya 15'ê ku di sala 1999'an de, li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, şermezar kirin. Her wiha di çalakiyê de piştgiriya Berxwedana Efrînê ji kirin.

 

Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna rizgariya gelê Kurd destpê kir û pişt re çalakvanê medenî yê ji Rojhilatê Kurdistanê Zagrok Sine daxuyanî xwend û got; "Rêber Apo di sala 1999'an de bi komployekî navneteweyî hate desteserkirin û radestî Tirkiyeyê kirin. Dewleta Tirk a faşîst û Erdogan bi awayekî hovane êrîş dike li ser Efrînê û dixwazin hemû destkeftiyên Kurdan ji holê rabikin."

 

Zagrok Sine herî dawî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermerezar kir û got; "Em piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Efrînê dubare dikin."

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here