QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

 

Li Navenda Polîtburoya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistanê ya li Hewlêrê îro Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi beşek ji partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Başûrê Kurdistanê re têkildarî çalakiyên ji bo piştgiriya  berxwedana Efrînê werin kirin civiya. Piştî civînê daxuyanî hate dayîn.

 

Şêwirmendê Hevsekatiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Faruq Cemîl daxuyanî da û got; "Di civînê de me lihev kir ku hemû çalakiyên ji bo Efrînê komî ser hev bikin. Ji bo ku piştgiriya ji bo Efrînê berfireh bibe û bandoriyê çêbike. Heya ku jenosîd û komkujiyên li ser Efrînê werin rawestandin."

 

 Faruq Cemîl eşker kir ku ji aliyên beşdarî civînê bûne komîsyonek 12 kesî hatiye avakirin û wiha domand; "Wê ev komîsyona 12 kesî li gel hikûmetê hevdîtina bike, ji bo ku her çalakiyek were kirin, alîkariyê bikin. Yekem çalakiya me, emê li seranserî Başûrê Kurdistanê xwepêşandana bikin."

 

Faruq Cemîl bal kişand li ser komploya 15'ê Sibatê û wiha dawî li axaftina xwe anî; "Em bi tundî komloya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar dikin. Hêvîdarin ku hemû gelê Kurd li seranserî cîhanê ji bo azadiya Ocalan zexta çêbikin."

 

Hêjayî gotinê ye ku, Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji bo vê civînê bang li hemû partiyên Başûrê Kurdistanê kirî bû, lê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Yekgirtûya  Îslamiya Kurdistanê beşdarî civînê nebûn.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here