‘Pêwîste hemû parçe ji bo Efrînê piştgiriya hev bikin’

67

 

 

 

ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Berxwedana Serdemê ya gelê Efrînê li hemberî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk di roja 35’an de didome. Di vê derbarê de Seroka Koma Xizmet li Meclisa parêzgeha Silêmanî Mîdya Şêx Ehmed û Serokê Koma Goran li Meclisa Silêmanî Rêbiwar Ehmed ku ji ajansa me re axivîn, bal kişandine ser piştgiriya ji bo Efrînê.

 

Seroka Koma Xizmet li Meclisa parêzgeha Silêmaniyê Mîdya Şêx Ehmed got ku êrîşên li ser Efrînê zilme û karek ne rewa ye û wiha domand; “Ew rewşa li Efrînê rû dide pir nexweşe. Êrîşê ser welatiyên sivîl, jînge û daristanan tê kirin.”

 

 

Mîdya Şêx Ehmed ev jî anî ziman; “Pêwîste hemû parçe ji bo Efrînê piştgiriya hev bikin. Başûrê Kurdistanê jî piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê dane holê.”

 

Serokê Koma Goran li Meclisa parêzgeha Silêmaniyê Rêbiwar Ehmed jî li ser heman mijarê wiha peyîvî; “Gelê Efrînê dixwaze di çarçoveya sînorên xwe de bi azadî bijîn. Êrîşê ser ti welat û netewekê ne kirine. Efrîn dixwaze bi hemû pêkhateyên xwe ve parastina mafên xwe yên rewa yên jiyanê bike.”

 

 

Rêbiwar Ehmed bi gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Niha Başûr tenê dikare piştgiriya madî û manewî bike. Ew jî bi şandina pêwîstiyên xûrak, derman, pizîşk û kelûpelane. Belê dema buhrî parlamentoyê biryara şandina hêzê ji bo Kobanê da. Niha bi madî û manewî piştgiriya Başûr ji bo Rojava heye.”

 

(sk)