Alîkariya li Helebce hatî komkirin radestî Heyva Sor a Kurd hat kirin

77

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê alîkariya ji derman, pêwîstiyên tenduristî û pêdiviyên din ên jiyanî pêk dihat ku 1'ê Adarê ve li Helebce kom dikir radestî Heyva Sor a Kurd kir.

 

Berpirsê Komîteya Komkirina Alîkariyê Rêbwar Mehdî eşkere kir ku li Helebce kampanya wan a komkirina alîkariyê hefteyekê berdewam kir û got ku welatiyên Helebce eleqeyek baş nîşan dan.

 

 

 

 

Berpirsê Komîteya Komkirina Alîkariyê Rêbwar Mehdî got ku wan hinek pere, şîr, derman û pêdiviyên tenduristî komkirine û diyar kir ku îro alîkariya komkirine radestî Heyva sor a Kurd kirin.

 

 

Berpirsê Şaxê Heyva Sor a Kurd ya Başûrê Kurdistanê Azad Omer diyar kir ku wê hemû alîkariya li bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê hatiye komkirin kom bikin û got; "Li Başûrê Kurdistanê li çend navendan kampanya 'Banga Efrînê' ji bo komkirina alîkariyê ji bo Efrînê destpê kirî bû. Emê hemû alîkariya hatiye komkirin kom bikin. Rojên borî me çend wesayît alîkariya hatî komkirin şand Rojavayê Kurdistanê. Emê di rojên pêş de çend barhilgirên din jî bişînin. Heya Efrîn di vê rewşê de ye emê komkirina alîkariyê berdewam bikin."