Alikariya li Koye hatin komkirin radestê Heyva Sor hat kirin

40

 

 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ/ SILÊMANÎ

 

Alikariya li navçeya Koye ya girêdayî Hewlêrê ji bo Efrînê hatin komkirin, îro piştî nîvro li bajarê Silêmanî radestê Heyva Sor a Kurd hate kirin.

 

Kampanya alikariya ji bo Efrînê li navçeya Koye ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) û Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ve hatin komkirin.

 

Li Koye di çarçoveya kampanyayê de nêzî yek ton derman û pêwîstiyên lezgîn ji bo Efrînê hatin komkirin.

 

Alikariyên li Koye hatin komkirin ji bo bên gihandina gelê Efrînê îro li bajarê Silêmanî radestê Heyva Sor a Kurd hat kirin.

 

(sk)