Ebadî: Wê berî Newrozê mûçe bên şandin û balafirgeh vebin

74

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYEN

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Bexda di civîna çapemeniyê ya heftane de, têkildarî şandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, eşkere kir ku karê hûrbînîkirina lîsteyên mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê berdewame û got: "Em dixwazin hemû karmendên  Iraq û Herêma Kurdistanê bi yek sîstemê ve girêdin, me gelek karmendên Iraqî yên ku du mûçe werdigirtin yan jî bi awayekî neyasayî mûçeyê teqawîtiyê werdigirtin, me navên wan ji lîstên mûçeyan derxistin û wê lêpirsîn li gel wan bê kirin."

 

Heydar Ebadî diyar kir ku  ew weke hikûmeta navendî ya Iraqê niha dikarin mûçeyên beşek ji karmendên Herêma Kurdistanê bidin.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî eşkere kir ku Herêma Kurdistanê razî bûye ku balafirgehan radestî Desteya Balafirvaniya Medenî ya Iraqê bike û got ku lewma wê berî Newrozê ew dê mûçeyan bişînin û balafirgeh jî bên vekirin.