Fransa û Îngiltere banga lezgîn a civînê li NY’yê kir

59

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewropa ya NY’yê beriya deh rojan bi piraniya dengan agirbesteke 30 rojan ya ji bo Sûriyeyê erê kiribû. Lê di serî de dewleta Tirkiye, rejîma Sûriye û komên çeteyan ev yek pêk neanî.

 

Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li ser Efrînê de piştî agirbesta hatî îlankirin û şûnde gelek kes ku jin û zarok jî di nav de bi dehan sivîl qetil kirine.

 

Rejîma Sûriye ya li gel Rûsya û Îranê bi îtifaqin, operasyonê xwe yên li Rojhilatê Gûtayê dewam dikin.

 

Tê payîn ku roja Çarşemê Konseya Ewlekariyê li hev bicivin.