HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

 

Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Bêrîvan Mihemed di semînerê de bal kişand li ser dîroka 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û got; "Di 8'ê Adarê sala 1857'an de jinên karker ên cil û bergan û ristinê li bajarê New York ê Amerîkayê ji bo kêmkirin seatên kar û zêdekirin mûçe dest bi çalakiyan kirin. Lê polîsan êrîşî wan kir û li dijî jinan tundî bi kar anîn. Herî dawî di sala 1977'an de ji aliyê NY'yê ve bi fermî 8'ê Adarê weke Roja Jinên Cîhanê hate naskirin."

 

 

Bêrîvan Mihemed bal kişand li ser rola jinên Rojavayê Kurdistanê ya di Berxwedana Serdemê ya Efrînê û wiha domand; "Li Rojavayê Kurdistanê jin rola sereke dibînin. Ev yek ji bo me cihê şanaziyê ye. Divê ezmûna jinên Rojhilatê Kurdistanê li parçeyên din ên Kurdistanê jî pêk were û sûd ji ezmûna wan were girtin. Fikir û ramana Birêz Ocalan ji bo jinên Rojavayê Kurdistanê azadiyek baş aniye. Ciwazî di navbera mêr û jinan de nehiştiye. "

 

Di dawiya semînerê de beşdaran nêrîn û pirsgirên xwe anîn ziman.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here