Omer: Herêma Kurdistanê nikare dahata petrolê li Tirkiyeyê bîne

51

 

 

 

 BIRYAR MIHEMED / HEWLÊR

 

Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Parlamenter Soran Omer piştî civîna di navbera Parlamentoya Herêma Kurdistanê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û komên Partiyên Kurd ên li Bexda civîna çapemeniyê lidar xist.

 

Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Parlamenter Soran Omer eşkere kir ku niha pirsgirêk Herêma Kurdistanê ya dahata petrolê heye û wiha destnîşan kir; "Niha Herêma Kurdistanê pirsgirêka dahata petrolê heye û hemû derî li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine girtin, ji bo anîna pere. Peywendiyên wê yên li gel Tirkiyeyê ji bo anîna pereyan pir xirab bûye. Li gel vê yekê jî nezelalbûn têde heye û ti kes nizane çi bi dahatê tê."

 

Omer eşkere kir ku hikûmeta Iraqê bi rêya Tirkiyeyê di nava hewldanan deye ji bo dahata petrola Herêma Kurdistanê firotiye bistîne û wiha domand;"Dahata hundirin ya Herêma Kurdistanê nêzîkî 100 milyar dînare, ji derveyî 700 milyar dahata bi rêya buriyên petrolê û bihayê 5 milyara bi rêya tankeran diçe. Bi giştî dahata Herêma Kurdistanê ya mehane 850 milyar dînare û têra mûçeyên tevahiya karmendan dike. Lê hikûmeta Herêma Kurdistanê neamadeye mûçeyên karmendan bide."