SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Desteya Mamostayên Nerazî vê êvarê li ber avahiya Perwerdeya Rojava ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê sibe dest bi xwepêşandanê bikin.

 

Endamê Desteya Mamostayên Nerazî Rêbwar Mihemed di civîna çapemeniyê de daxuyaniya Desteya Mamostayên Nerazî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Niha rewşa perwerdeyê, gelek xirabe, ev yek jî encamê gendelî, siyaseta şaş û berdewambûna neheqiyane. Emê xebat û çalakiyên xwe yên medenî berdewam bikin. Li gorî me yekane rêya ku em bigihîn armanca xwe daxwazkirina mafên xwe ne û xebata medeniye, em piştrast dikin ku wê çalakiyên me berdewam bikin, heya ku daxwazên me bi cih tên."

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here