NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Serfermandarê Giştî yê berê yê Tirk Îlker Başbug li bajarê Amerîka Baltimore li zankoya  John Hopkins di semînerekî li ser dagirkeriya Tirk ya Efrînê de ji aliyê xwendekaran ve hate protesto kirin.

 

 Başbûg di semînera ji bo xwendekaran de pesnê dagirkeriya artêşa Tirk ya li ser Efrînê dikir. Di dema axaftina Başbûg de xwendekarek rabû bi ala YPG’ê nerazîbûn nîşanda û got, “Di van kêliyên Başbûg, di axive de jî artêşa Tirk êrîşê Efrînê dike û xelkê medenî qetil dike.” Xwendekarê nerazî ji aliyê polîsên taybet ve bi zorê ji salona semînerê hate derxistin lê, alozî mezintir bû. Piştî wê gelek xwendekarên din jî piştgirî dan û bi şermezar kirina dagirkerî û komkujiyên Tirk bernameya Başbûg betal kirin.

 

Xwendekarên nerazî li derve jî prostestoya xwe berdewam kirin. Li ser berdewam kirina prostestoyê hem li salona semînerê hem li salona derve polîsan Başbûg bi awayeke veşartî ji zankoyê dûrxistin.  

 

Başbûg, di axaftina xwede ji Amerîkayê jî dixwest ku piştgiriya xwe ya ji bo hêzên QSD’ê qût bike.

 

Başbûg beriya derbasê Amerîka bibe, li ser medya Tirk ji bo armanca serdana xwe wiha gotibû, “Ezê biçim ji cîhanê re behsa mafdariya operasyona me ya li dijî Efrînê bikim.”

 

(bz)

 

 

 

(bz)

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here