Dewleta Tirk a hov 4 sivîlên din qetil kir

57

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Artêşa Tirk a dagirker bi hemû balafir û teknîka xwe bi awayeke hovane êrîşê Cindirêsê dike. Li hember van êrîşan şervanên YPG-YPJ berxwedaneke mezin pêşdixin. Artêşa dagirker bi balafirên şer dîsa malên sîvîlan hedef girt. Li gundê Mîskê jorîn di encama êrîşên hewayî de 4 sivîl şehîd bûn.

 

Heyva Sor heya niha xwe gihandiye cenazeyê sivîlekî. Hersê  cenazeyên din jî ji ber topbaranê hê di bin malên rûxiyayîê de ne.