SEMÎRA ŞEHABÎ/ SILÊMANÎ

 

Piştî yekem şanda jinên Kurdistanê ku ji 18 jinan pêk dihat û 24’ê Sibatê gihiştin Rojavayê Kurdistanê, piştî 9 rojan mayîna li wir vegeriyan Başûrê Kurdistanê. Endama encûmena Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Necîbe Omer ku yek ji endamên vê şandê bû, têkildarî serdana wan a ji bo Rojava ji ajansa me re axivî.

 

Endama encûmena RJAK’ê Necîbe Omer got ku li Rojava jin di hemû alî de pêşengin û axaftina xwe wiha dewam kir; “Mînaka pêşengiya jinan a li Rojava tevahî cîhanê jî nîne. Ezmûnek serkeftî ye ji bo beşên din ên Kurdistanê. Me bi çavê xwe dît û şahidiya ew şoreşa jin di astek herî bilind de cih digire kir. Ji bo hemû takekesên civakê şoreşek zêhnî ye. Ew jî encama fikirên Rêber Apo ye.”

 

Necîbe Omer bal kişande ser îradeya gelê Efrînê û wiha pêde çû; “Gelek gund wêran bûne. Ji derdor gel koçberî nava bajar bûne. Gel parastina herêmên xwe dikin. Di encamê de nêzî 200 welatiyên sivîl jî dîl ketine destê çeteyên Tirk. Xalek giring a gelê Efrînê ewe ku dayik û bav bi xwe zarokên xwe dişînine eniyên parastinê. Ji zarok heya îxtiyaran hemû dirûşmên azadiyê qêr dikin. Îxtiyarên Efrînê di nava refên parastinê de cihê xwe digirin. Yek tifaqin û di nava wan de peywendiyek bi hêz heye.”

 

Di dawiyê de Necîbe Omer got; “Piştî vegerîna me ya ji Efrînê emê çalakiyên xwe dewam bikin. Divê piştgiriyek giştî ji bo Efrînê bê kirin. Bi taybetî li Başûr û Ewropa. Heya ku nerazîbûn bigehine asta herî jor ku bêdengî bên şikandin. Bang li jinan dikin ku bi hev re ji bo parastina Efrînê bibine mertalek bihêz.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here