Goran û Komele têkildarî şandina mûçe daxuyaniyek dan

55

 

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Îro li bajarê Silêmanî parlamenterê Tevgera Goran li Iraqê Ehmedî Hacî Reşîd û parlamenterê Komeleya Îslamî li Iraqê Emîn Bekir têkildarî şandina mûçe ji aliyê hikûmeta Iraqê ve daxuyaniyek dan çapemeniyê.

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de Serokê Koma Tevgera Goran li Parlamentoya Iraqê Ehmedî Hacî Reşîd destpêkê axivî û got; “Me ji Heyder Ebadî re gotiye ku gelê Herêma Kurdistanê bawerî bi sozên we nemaye. Divê demek ji bo şandina mûçe diyar bikin. Wî jî diyar kir ku amadeye mûçe bişîne, belê divê şêwazek rast peyda bikin.”

 

Piştre Serokê Koma Komeleya Îslamî li Parlamentoya Iraqê Emîn Bekir jî wiha axivî; “Me ji Ebadî re gotiye ku destpêkê divê demek ji bo şandina mûçe diyar bikî. Wê demê emê şêwazek rast ji bo şandinê diyar bikin.”

 

 

Emîn Bekir her wiha got; “Piştî Heyder Ebadî ragihand ku pêş Newroz mûçeyê Wezareta Perwerde û Tenduristî wê bişîne, me jî jê re got ku bişîne ser hesabê banka herdû wezaretan. Her wiha mercek li ser dane ku ew mûçe bê dayîn.”

 

Her wiha herdû parlamenteran diyar kirin ku êdî ti hincetek Ebadî ji bo şandina mûçe nemaye û niha li benda bersiva Ebadî ya li ser razîbûna pêşniyarên wanin.

 

(sk)