SEMÎRA ŞEHABÎ/ SILÊMANÎ

 

Îro li Bankî Xwîn li bajarê Silêmanî Rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdistanê bi boneya 8’ê Adarê roja jinên têkoşer ên cîhanê ji bo birîndarên kantona Efrînê xwîn dan.

 

Endama Yekîtiya Jinên Kurdistanê û yek ji jinên ku xwîn dayî Zara Elî ji ajansa me re wiha axivî; “Em dixwazin bi vê pêngavê peyama xwe bigehînine jin û gelê Efrînê û bêjin Silêmanî li Efrîne û Efrîn li Silêmaniye. Ger em bi şer tevlî berxwedana Efrînê nebin, divê bi madî û manewî piştgirî bikin.”

 

 

Zara Elî bi çavên tejî ronik ve wiha jî got; “Serê me bi jinên Efrînê bilind e. Li vir bejna xwe li ber wan di tewînin. Bang li tevahî gelê Kurdistanê dikin ku piştgirîkirina wan dewam bikin.”

 

Jinek din a ji bo birîndarên Efrînê xwîn da, Nezîre Mihemed jî wiha got; “Ez amademe ku biçim rex şervanan şer bikim. Bi vê alikariyê jî dûbare dikim ku Efrîn ne bi tenê ye. Ger dûr jî bin, belê bi dil û rûh li gel Efrînê ne.”

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here