Ji ciwanên Pênciwên banga rawestandina rêzefilmên Tirk

57

 

 

 

HAWKAR MISTEFA/ PÊNCIWÊN

 

Nerazîbûnên li dijî weşandina rêzefilmên Tirkî li ser qenalên Kurdî li Herêma Kurdistanê didome. Bi vê boneyê ciwanên navçeya Pênciwên a girêdayî Silêmaniyê ji ajansa me re axivîn, gotin ku divê Kurd rêzefilmên Tirkî boykot bikin.

 

Yek ji ciwanên Pênciwên binavê Herdî Rehman nerazîbûna xwe ya li ser weşana rêzefilmên Tirkî wiha anî ziman; “Weşandina rêzefilm û filmên Tirkî bûne sedema xerckirina pereyek zêde. Ji ber ku ev rêzefilme bi pereyek zêde tên wergerandina zimanê Kurdî. Piştre ji aliyê derhêner û aktorên van rêzefilman ve pereyek zêde tê dayîna dewleta Tirk.”

 

 

Herdî Rehman axaftina xwe wiha dewam kir; “Mixabin niha dewleta Tirk bi şêweyek hovane dest bi êrîşkirina ser gelê Kurd kiriye. Belê hîna jî hinek qenalên Kurdî li Başûrê Kurdistanê weşandina rêzefilmên Tirkî dewam dikin. Ev jî bi ti şêweyek li gel çand û fikira civaka naguncên. Sedema têkdana civakê ne. Her wiha bûne sedema zêdebûna sûcên cûr bi cûr.”

 

Jiyana ciwan a ji Pênciwên Mîtra Pênciwênî got ku ew rêzefilmên Tirkî bûne sedema rûdana bûyerên tundûtûjiyê û zêdebûna aloziyên di nava civaka Kurd de.

 

 

Mîtra Pênciwênî axaftina xwe bi van gotinan dawî kir; “Beşek ji dehata dewleta Tirk ji bo kirîna çek û teqemenî bi rêya rêzefilm û filmên Tirkî bidest dixwe. Ji bo wê jî divê weke gelê Kurd bi ti şêweyek rê nedene van rêzefilman bêne nava malên me. Ji bo rawestandina wan her karê pêwîst be, bikin.”

 

(sk)