ELÎ QADIR/ROJNEWS

 

Li gorî agahiyên Berdevkê Polîsê Raperîn Şoreş Îsmaîl daye, jineke ciwan ya bi navê (F.M.W) ya 17 salî li Taxa Aştî ya bajaroka Qeladizê ku dikeve ser îdareya Raperîn, xwe li mala xwede şewitandiye.

 

Berdevkê Polîsan diyar kir ku polîs çûne cihê bûyerê û ji bo sedema xwe şewitandina wê jina ciwan jî derbixin hole, lêpirsîn dane destpêkirin.

 

Hêjayî gotinêye ku kuştin û xwekuştinên jinan her diçe li Başûrê Kurdistanê zêde dibe û ti tevdîrek cidî ji bo ewlekariya jinan nîne.

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here