NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Şandeya jinan a ku duh ji Bakurê Sûriyê, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, Lubnan û Filîstînê gihîştin Efrînê îro, derbarê armanca serdana xwede daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

 

Li Bajarê Efrînê, bi amadebûna nûnerên jinên Bakurê Sûriyê (bi hemû pêkhateyên xwe), her çar parçên Kurdistanê, Lubnan, Filistîn û saziyên Xweseriya Demokratîk û sivîl ên Kantona Efrînê, Daxuyanî bi zimanê Kurdî (kurmancî û soranî) û Erebî, hate xwendin.

 

Jinan alên Kongreya Star, Rêxistina Sara ya Dijberiya Tudiya li Ser Jinê, Tevgera Azadiya Jina Êzidî, Weqfa Jina Azad, Akademiyên Civaka Demokratîk û Yekîtiya Biratiya Gelan, pankartên “Di salvegera 8ꞌê Adarê de, li Efrînê jin Berxwedana Serdemê bi rêve dibe” û wêneyên berwerdêrên jin ên Berxwedana Serdemê, bilind kirin.

 

Daxuyanî wiha ye:

 

“Bi navê jinên Efrîn, Bakurê Sûriyê, her çar parçên Kurdistanê, Lubnan û Filistînê em roja 8ꞌê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Berxwedana Serdemê derbasî roja xwe ya 47ꞌan dibe. Di vê berxwedanê de, mezintirîn destaneyên qehremanî û berxwedanê li hemberî Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin nivîsandin.

 

‘Dagirkeriya Tirk şerê sivîlan dike’

 

Armanca dagirkeriya Tirk ew e ku gelê herêmê qir bike û demografiya wê biguherîne. Her wiha komkujî û hovîtiya Dewleta Tirk a dagirker a li dijî sivîl û zarokên Efrînê, sûcên mezin li dijî mirovahiyê ne. Divê Erdogan baş bizane ku dîrok sûcên wî dinivîsîne. Tirkiye dewleteke lawaz e, ji ber ku nikare li hemberî qehremanên me şer bike û xwe li hember sivîlan xurt dike.

 

‘Gelê Efrînê ne bi tenê ye’

 

Em jî weke jinên ku ji bo destekdayîn û piştgiriya jinên Efrînê hatine, bi fermandarên Berxwedana Serdemê re ne û tekez dikin ku gelê me yê li Efrînê, ne bi tenê ye. Em ê hemû bi can û zarên xwe bi wan re bin. Her wiha sekna me ya li vir, ji her kesî re nîşan dide ku em pir xurt in û em ê bi saya şehîdên xwe yên fedekar bi ser bikevin.

 

‘Em ê Erdogan têk bibin û civakê azad bikin’

 

Weke çawa roja azadiyê li herêmên Bakurê Sûriyê hilat, ronahiya rojê dê berdewam be. Em soz didin gel û jinên Efrînê ku em ê piştgiriya xwe ji wan re berdewam bikin û nehêlin Erdogan bigihîje amancên xwe. Her wiha em ê li ser şopa şehîdên xwe bin û civakeke demokratîk û azad ava bikin.ʺ

 

Piştî daxuyaniyê, beşdaran dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrînê” , “Bijî serok Apo” berz kirin.

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here