Jinên ciwan daxwaza boykotkirina mal û filmên Tirkî dikin

54

 

 

 

ELÎ QADIR/ SENGESER

 

Îro li bajarokê Sengeser ê girêdayî navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê Jinên Ciwan ên Têkoşer kom bûn û daxwaza boykotkirina film û malên Tirkî dan.

 

Li ser navê Jinên Ciwan ên Têkoşer Alîn Mihemed ku axivî, got; “Weke tê zanîn dewleta Tirk 47 rojin bi hemû hêza xwe ve hewl dide Efrînê dagir bike. Belê rastî berxwedanek bê hempa hatiye.

 

Hewldanên dagirkirinê yên Tirkiyê ne tenê di aliyê leşkerî de ye. Dixwaze di aliyê çand, huner û ziman jî dagirkerî bike. Bi vê boneyê me jî li vir dest bi pêngava boykotkirina mal, film û rêzefilmên Tirkî kiriye. Ji gelê Başûrê Kurdistanê jî daxwaz dikin bi taybetî jin û ciwanan li hemberî hemû cûre dagirkeriyên dewleta Tirk a faşîst rawestin.”

 

(sk)