BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

8’ê Adarê roja jinên têkoşer ên cîhanê her sal li Herêma Kurdistanê tê pîrozkirin. Bi vê boneyê jinên çalakvan ên bajarê Hewlêr ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku divê jin ji bo nemana tundûtûjiyê têkoşîn bikin.

 

Çalakvana jin a binavê Asode Faxîr diyar kir ku ew hêvî dike 8’ê Adarê bibe bingehê aştiyê ji bo tevahî jinên Kurdistanê û got; “Hêvî dikim 8’ê Adarê bibe bingehê bidestxistina mafên me. Hêvî û daxwazên xwe bi dest bixîn.”

 

 

Asode Faxîr wiha jî got; “Ji bo jin di nava civaka Kurd de bikarin mafên xwe bi dest bînin û hîn zêdetir xwedî rol bin, têkoşîn bikin.”

 

Çalakvanek din a jin binavê Roze Xazî jî li ser heman mijarê wiha peyîvî; “Di nava civakê de tenê 8’ê Adarê giringî tê dayîna jinê. Belê divê weke jin, em hemû rojan weke roja xwe bibînin. Ji hevdû re rêz bigirin. Li hemberî ew hemû astengiyên civaka Kurd ji bo me çêkirine têkoşîn bikin.”

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here