Jinên Pênciwên: Pêwîste ji bo mafên xwe hîn zêdetir têbikoşîn

60

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ-HAWKAR MISTEFA/ PÊNCIWÊN

 

8’ê Adarê ku li cîhanê weke roja jinên têkoşer tê pîrozkirin, li Başûrê Kurdistanê jî jin vê rojê pîroz dikin. Bi vê boneyê jinên navçeya Pênciwên a girêdayî Silêmaniyê ku ji ajansa me re axivîn, gotin ku divê jin hemû rojan bikine roja têkoşîna bidestxistina mafên xwe.

 

Jina ciwan binavê Kaşma Kemal got ku hîna jî di nava civaka Kurd de tundûtûjiya dijî jinan didome, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê û wiha dewam kir; “Li gel vê jî cihê keyfxweşiyê ye ku jinan dest bi çalakiyan kiriye. Li gor dema buhrî guhertinên mezin çêbûne. Belê ev hîna weke pêwîst nîne. Divê jin hîn zêdetir têkoşîn bikin û nehêlin dijî me tundûtûjî bê kirin.”

 

 

Kaşma Kemal wiha jî got; “Tişta niha jinên Rojava bi taybetî li Efrîn dikin, ji bo me jinan cihê şanaziyê ye. Divê li Başûrê Kurdistanê sûd ji ezmûnên Rojava wergirin. Jin bi şêweyek azad tevlî qadên cûda yên civakê bibin û daxwaza mafên xwe bikin.”

 

Her wiha yek ji jinên Rojhilatê Kurdistanê ku li navçeya Pênciwên dirûne binavê Bêrîtan Ciwanro jî wiha peyîvî; “Sedema ku heya niha jî li dijî jinan tundûtûjî pêk tê, hebûna hişmendiya mêrsalarî û sîstema sermayedarî ye. Heya niha li hemberî jinan gelek zilm tê kirin û tên çewsandin.”

 

 

Bêrîtan Ciwanro axaftina xwe wiha bidawî kir; “Divê em weke jin bi îradeya xwe rê nedin li hemberî me zilm bê kirin.”

 

(sk)