KNK’ê: Jinên Kurd pêşengiya avakirina Kurdistaneke azad dikin

59

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan daxuyaniyek nivîskî weşand û roja 8’ê Adarê di serî de li jinên berxwedêr yên Efrînê, li tevahî jinên Kurd û cîhanê pîroz kir.

 

KNK’ê di daxuyaniya xwe ya 8’ê Adarê de îşaret bi berxwedana mezin ya jinên Kurd a li dijî dagirkerî û hovîtiya dewleta Tirk tê kirin û wiha têgotin: “Jinên Kurd li Rojava û Bakurê Sûriyê ev 7 sal in bi têkoşîna xwe li Efrînê binesaziya civakeke wer bihêz ava kirine ku ev civak nayê têk birin. Jinên Kurd yên ji çar parçeyên Kurdistanê jî li gel jinên Efrînê ne. Ji ber serkeftina Efrînê weke, ‘mîsogeriya azadiya xwe ya netewî û jinê dibînin.’’

 

KNK’ê di daxuyaniya xwe de got, ‘’Bi pêşengiya jinên Kurd Kurdistaneke azad û demokratîk di nava agirê Şerê Cîhanê yê 3’yan de tê avakirin. Ev jî dikeve xizmeta hemû jinan û gelên Rojhilata Navîn. Hêzên ku tenê ji bo berjewendiyên xwe şerê serdestiyê dikin, demokrasî û azadiya bi destê jinan naxwazin. Ne tenê li Kurdistanê, jinên Kurd bi ezmûnên xwe yên têkoşîna azadiyê êdî bûne pêşengên pênase û zelalkirina du hedefên çareseriya mirovahiyê. Peyvên wek demokrasî û azadî li Kurdistanê bûne xwediyê naverokeke nû û cuda.”

 

KNK’ê herî dawî got: ‘’Ji bo 8’ê Adara 2018’an dikare bê gotin ku destkeftiyên jinên Kurdistanî bûn destkeftiyên cîhanî. Ji bo vê jî em bejna xwe li ber hemû jinên Kurd, yên ku bi berxwedan û keda xwe em anîne roja îro, bi rêz û hurmet ditewînin. Wek jinên Kurd em serbilind in ku, me têkoşîna Clara Zetkîn û hemû jinên şoreşgerên mezin ên cîhanê vegeradin ser hîme jinên ku ji beriya hezar salan li Kurdistanê û li Mezopotamyayê binesaziya jiyana azad li ser bingeha felsefa dayîksalariyê ava kiribûn. Em di serî de 8’ê Adara 2018’an li jinên berxwedêr yên li Efrînê; yên li Bakur, Rojhilat, Başûr, Rojavayê Kurdistan û li derveyê welêt pîroz dikin.‘’

 

(bz)